Hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê yên li Tirkiyeyê

Hûn karin hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi rêya bloga me ya zindî bişopînin.

17:49

Li Rişmilê ji şaredarê AKP'î ferzkirina dengên blok

Li Rişmîla Mêrdînê Şaredarê AKP'î Hayrettîn Demîr û polîsên pê re, yeko yeko li dibistanan geriyan û ferman dan ku dengên nehatine bikaranîn bila bên bikaranîn. Tevî nerazîbûna peywirdarên sindoqê jî bi zora Demîr deng bi awayekî tomerî hatin bikaranîn. Peywirdarên sindoqê zabitname çêkirin. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz jî piştî bi meseleyê hesiya, çû Rişmilê.

Aydenîz û yên pê re xwestin li Dibistana Şîrînevlerê lêkolînê bikin, lê belê kesên çekdar xwestin wê û yên pê re ji dibistanê derxînin. Di rageşiyê de gef li Aydenîzê û yên pê re hatin xwarin. 

Di hilbijartinên 31'ê Adara 2019'an de jî derketibû holê ku Demîr tevî jendirmeyan û qeymeqamê navçeyê li dibistanan geriyabû û li şûna kesên mirî deng bi kar anîbûn.

Li gundê Dimlegê yê navçeya Azapêrtê yê Çewligê jî deng bi awayekî eşkere hatin bikaranîn. AKP'iyan bi destûra serokê sindoqê denan bi eşkere bi akr anîn.

17:15

Li Amedê jendirmeyan mudaxeleyî sindoqên hilbijartinê kirin

Parlementerê CHP’ê Mûrat Akan diyar kir li Amedê jendirmeyan ji peywirdarên sindoqê encamên hilbijartinê xwestine.

17:12

Partiya Çepên Kesk û HDP’ê bang kir: Sindoq û dengan biparêzin

Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî ku sindoq hatin girtin, li ser hesabên medyaya dîjîtal peyam parve kirin. 

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar wiha got: “Jin û ciwanên hêja ji bo demokratîkbûna komarê, avakirina welatekî wekhev û aştiyane, xwedî li dengan, sindoqan, zabitnameyên bi îmze û kîsên dengan derkevin. Em li ber serkeftina dîrokî ne. Em ê teqez serbikevin. Em ê bi hev re biguherînin.”

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin jî wiha got: “Ji bo têkoşîna demokrasiyê ya ku me bi hezaran ked dan û mezin kir bi serkeftina 14’ê Gulanê tacîdar bikin, berpirsyariya me ya bingehîn parastina sindoqan û dengan e. Em xwedî li zabitnameyên bi îmze û kîsên dengan derdikevin. Ji bo Komara Demokratîk em ê bi hev re biguherînin!”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî wiha got: “Hevalên hêja, ji bo hilbijartina ku me bi kedeke mezin bi jinan, ciwanan, kedkaran bi hezaran xebat dan meşandin veguherînin serkeftinê divê em bikin ku yek denga me jî vala neçe. Ji bo xwedî derketina dengan divê em dengên xwe biparêzin û xwedî li tûrikên dengan derkevin.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar jî wiha got: “Hevalên hêja, di vê rêya ku em ji bo veguherîna demokratîk û aştiyeke mayînde derketin rê, karekî me tenê ma. Ji vê saetê û pê ve em ê sindoq û dengan biparêzin, xwedî li zabitnameyên bi îmze û kîsên dengan derkevin. Em ê teqez serbikevin! Em ê bi hev re biguherînin!”

17:04

HDP: Sindoqan neterikînin

Nûnerê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ê HDP’ê û Berdevkê Navenda Koordînasyona Şopandina Hılbijartinan Mehmet Ruştu Tiryakî têkildarî ewlehiya hilbijartinê daxuyaniya da çapemeniyê.

Tiryakî wiha axivî:

“Di serî de bajarên ku em lê bi îdîa ne ku me herî zêde deng jê standine, em hewl didin ewlehiya sindoqan pêk bînin. Ji ber doza girtinê ya derbarê HDP’ê hatî vekirin, em bi navê Partiya Çepên Kesk dikevin hilbijartinê û lewma em nikarin endaman bidin desteyên sindoqan. Em bi muşahîdan hewl didin ewlehiya sindoqan pêk bînin. Hingî ku rewşek awarte çênebe, divê ti kes li ser sindoqan neçin.

Em dixwazin ku divê bawerî bi daxuyaniyên muxalefetê bê dayîn. Em bang li welatiyên xwe hemûyan dikin ku bi hestiyar bibin ku xwedî li sindoqan derbikevin. Bila xwedî li kar û barên li desteyên hilbijartinê yên navçeyê derbikevin. Divê bi provokasyonan neyên xapandin.”

16:25

ÇERMÛG

Hat tesbîtkirin ku AKP’yiyan li taxên Rotan (Alabûdag), Gurûz û Miyalan (Yabanardi) yên navçeya Çermûg a Amedê dengên eşkere dane.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, alîgirên AKP’ê zextê li hilbijêran dikin ku dengên komî bidin.

Ji ber zextan muşahitên Partiya Çepên Kesk, ji bo demeke kurt dengdayînê rawestandin û bi girtenameyê re îtîrazê xwe li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê kirin. Piştî kar û barên îtîraz û girtinameyê, dengdayîn dewam kir.

PEYAS

Parêzer Esra Sacak a li ser navê Baroya Amedê li Dibistana Navîn a Sabrî Kun a navçeya Peyasê erkdar e, ji aliyê AKP’yiyan ve hat tehdîtkirin. Sancak diyar kir ku ew ê giliyê wan bike.

Navenda Koordînasyona Krîzê ya Amedê jî ji ber zêdebûna bêhiqûhiyan bang kir. Navenda Koordînasyonê got: “Li gorî agahiyên hatine, di komên AKP’ê de peyamek hatiye parvekirin. Diyar kirine ku ew ê li şûna hilbijêrên ku deng nedane, dengê bidin. Divê muşahitên me werin agahdarkirin, sindoqan biparêzin, rê li ber bikaranîna dengan ên li ser navê kesên din bigirin.”

MÛŞ

Hat tesbîtkirin ku polîsek li Dibîstana Seretayî ya Gaziyê ya li navenda bajarê Mûsê bêyî ku belgeya xwe ya bi koda 142 radest bike, deng daye.

Li bajarokê Sûngû jina bi navê A.C bi gotina, “tu nikarî dengê xwe bidî” rûbirûyê tundiyê ma.

AGIRÎ

Li Agiriyê şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de çûnhatina taxên ku di hilbijartinên berê de dengên zêde ji bo HDP’ê derketine, betal kir.

Hilbijêr li gel ku gelek caran serî li şaredariyê dan jî nekarîn xwe bigihînin rayedaran. Li gel vê jî hilbijêr derketin ketin rê û dengê xwe dan.

16:24

Sancar: Divê em sindoqan biparêzin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar got “Ji niha û şûnde divê em sindoq û dengan biparêzin û xwedî li zabitnameyên bi îmze û kîsên dengan derkevin. Em ê bi hev re bi ser bikevin û em ê bi hev re biguherînin.”

16:09

Dengdan qediya dest bi hejmartinê hate kirin

Dengdana ji bo hilbijartina giştî ya serdema 28’emîn a parlementeriyê û ya ji bo Serokkomariyê qediya. Ji bo 60 milyon û 687 hezar û 843 kesan, herî kêm 191 hezar sindoq hatin danîn û piştî saet 17.00’an dest bi hejmartina dengan hate kirin.

Pûsûlayên dengdan ên derveyî welat jî anîn Desteya Hilbijartinê ya Derveyî Welat a li Ato Congresîûm a Enqereyê.

Qedexeyên hilbijartinê duh saet di 18.00’an de dest pê kirivû û heke Desteya Hilbijartinê ya Bilind daxuyaniyê nede wê heta saet 17.00’an bidome.

16:05

Li Kurdistanê ligel gelek astengiyan jî gel çû ser sindoqan

Li bajarên Kurdistanê ligel ku AKP’yiyan gelek binpêkirin kirin jî, gel di bin şertên giran de çûn ser sindoqan.

15:50

Ji ÎHD’ê rapor: Li gelek bajaran bi binpêkirina qanûnan, deng ji bo AKP’ê hatin dayîn

ÎHD’ê ragihand ku li gelek bajaran ji bo AKP’ê dengên tomerî hatin dayîn.

 

15:49

‘Kesên ku belgeya wan 142 nîne jî dikarin li sindoqên lê wezîfedar in dengê xwe bidin’

Baroya Amedê têkildarî 200 hilbijêrên ku bêyî haya wan jê hebe, bûne endamên desteya sindoqan daxuyanî da. Baroyê eşkere kir ku kesên ku bêyî haya wan jê hebe kirine endamên desteya hilbijartinê dikarin bêyî belgeya 142’an dengên xwe bidin.

15:47

Parêzer Eren: Li hin dibistanan mohr kêm e, ji dêvila mohra YSK’ê mohra ‘erê’ li hin pûsûlayan hatiye xistin

Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Amedê parêzer Serhat Eren ji ANF’ê re qala binpêkirinên di hilbijartinê de kir û got “Belgeya bi navê 142 ji bo leşker, polîs û kesên wê li derveyî sindoqa xwe dengê xwe bidin tê bikaranîn. Piştî ku bi belgeya 142’ê deng hate dayîn divê vê belgeyê teslîmî peywirdarên sindoqê were kirin, lê li gelek deran ev belge nehatiye teslîmkirin. Ya duyemîn li gelek dibistanan desteya hilbijartinê zerf û pûsûlayên dengan mohr nekirine, ji ber vê ev deng wê bişewitin.

Li hin dibistanan mohr kêm e, ji dêvila mohra YSK’ê mohra ‘erê’ li hin pûsûlayan hatiye xistin. Ez di zabitnameyan de hatine qeydkirin wê desteyên hilbijartinê yên navçeyan biryareke çawa bidin em nizanin. Li Çêrmûgê li gundekî deng bi eşkere hatine dayîn. Gelek kesên ku xwendin û nivîsandina wan tune, wekî peywirdarên li ser sindoqê hatine nivîsandin. Ev kes haya wan jê tuneye ku bûne peywirdar û ji ber vê di warê dengdanê de zehmetî kişandine.

 

15:40

Li Entalyayê gel dengê xwe dide

 

15:40

Ceylan: Divê gelê me sindoqan terk neke

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan jî got, "Tişta ku em ji gelê xwe dixwazin ew e ku sindoqan neterikînin û divê dengên xwe biparêzin."

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan ji ANF'ê re axivî û got, "Bi rastî em li benda vê rojê bûn. Hem ji aliyê hesabpirsînê, hem jî ji aliyê aştiyeke bi rûmet ve em li benda vê rojê bûn. Îro ji bo me gelekî girîng e. Divê em vîna xwe biparêzin. Piştî ku sindoq hatin vekirin em ê xwedî li encamên hilbijartinê derkevin û em ê wê serkeftinê diyarî gelê xwe bikin. Em ji gelê xwe dixwazin ku bila sindoqan neterikînin û piştî hejmartinê jî encaman bişopînin. Hevalên me yên peywirdar hene û bi hezaran hevalên me yên peywirdar wê vê pêvajoyê bişopînin. Divê hevalên me zabitnameyê teqez bigihîne partiya me û hevalên me yên peywirdar.

Em saet di 14.00’an de li ser sindoqan bûn. Ji sedî heştê dengan hatibû dayîn. Em nalezînin. Em ê xwedî li sindoqan derkevin û piştre em ê mizgîniyê bidin gelê xwe.”

15:29

Li hemberî gelek astengiyan dengê xwe da

 

15:27

‘Divê sindoq vala neyên hiştin, hejmartin were şopandin’

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Amedê Abbas Şahîn jî got, "Kesên ku dengê xwe didin bila xwe sist nekin. Li dijî dek û dolaban divê sindoqên dengan vala neyên hiştin û hejmartin were şopandin. Gel bi kelecan diçe ser sindoqan lê divê xwe sist nekin û sindoqan vala nehêlin. Divê heta saeta dawîn gelê me li wir be, xwe bigihîne kesên ku dengê xwe nedane. Dema deng tê hejmartin jî divê gel li vir be û bişopîne. Dek û dolabên herî mezin di dema hejmartinê de tê kirin. Divê gelê me xwedî li dengan derkeve.”

 

15:23

Bi hinceta ku wê leşker dengê xwe bidin, destûr nayê dayîn ku gel dengê xwe bide

Li dibistana Xenanîs a Colemêrgê bi hinceta ku wê leşkerên Tûgaya Komandoyê dengê xwe bidin, destûr nayê dayîn ku gel dengê xwe bide.

15:20

Hevseroka HDP'ê ya Amedê: Pêla guhertinê tê

Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulîstan Atasoy diyar kir ku wan li ser sindoqan tevlibûneke zêde dîtine û got, "Pêla guhertinê bi coş tê hîskirin."

Atasoy ji ANF'ê re axivî û got, "Ji saetên sibehê ve bi taybetî li Amedê tevlîbûneke xurt a li ser sindoqan tê dîtin. Ev nîşanî me dide ku gel çiqasî guhertinê dixwaze û ew çiqas bi biryar e.”

Atasoy, anî ziman ku her dengek pir bi qîmet e û dikare gelek tiştan biguherîne. Atasoy xwest ku bila binpêkirinên mafan were ragihandin.  

Atasoy bang kir ku divê ti carî sindoq neyên terikandin û wiha got: "Em ê bi hev re vê faşîzmê hilweşînin û em jiyaneke baş ava bikin.”

15:03

Şaredarê AKP’î bi parêzvanên xwe yên çekdar re, li dibistanan digere

Li Mêrsînê kar û barên dengdayînê dewam dikin. Şaredarê AKP’î yê Akdenîzê Mûstafa Mûhammet Gultak tevî ku ti rayedartiya wî nîn e, bi parêzvanên xwe yên çekdar re li gelek sindoqên li dibistanên navçeyê geriya. Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê Alî Bozan, Endezyar Sînan Ortaokûlû û Hatîce Ûlû dema serdana Dibistana Seretayî kirin, hatin pêşberî Gultak ê AKP’î û parêzvanên wî yên çekdar. Bozan diyar kir ku serdanên ku Gultak dike ne hiqûqî ne û anî ziman ku şaredar nikarin li derdora sindoqan bin. Bozan ji serokên sindoqan re giliyê Gultak kir.

Gultak tevî hemû îtîrazan ji saetên sibehê û vir ve hîna li dibistanan digere û hat dîtin ku polîsên li dibistanan tenê temaşeyî van serdanan dikin. Bozan got ku serdanên Gultak bi armanca provokasyonê ne.

15:00

Parêzer Acûn: Teqez zabitnameyên bi îmze werbigirin

 

Parêzer Berdan Acûn diyar kir ku divê muşahît û peywirdarên din ên li ser sindoqan teqez zabitnameyên bi îmze werbigirin.

 

14:56

Li Meletiyê erdhejzede di konteynirê de dengê xwe didin

14:55

Li Semsûr û Rihayê bi şîddetê mudaxeleyî hilbijêran hate kirin

Hat diyarkirin ku li gundê Yarbaşi yê navçeya Sergolan (Golbaşi) pusûleyên hilbijartinê yên bê mohr dane hilbijêran.

Qeymeqamê gundê Olgunlar ê navenda Semsûrê Mehmet Bulut li ser navê gundiyan dengê xwe da û got, “Ez rayeya her tiştî me.”Ligel mudaxeleya endamên lijneya sindoqan jî muxtar nexwest ji dibistanê derkeve.

Hat ragihandin ku li gundê Yenîce yê navendê jî gelek kesan bi hev re dengê xwe dane.

Li Taxa Esemkulu ya navçeya Karakopru ya Rihayê jî dema hate xwestin bi komî deng were dayîn, parêzeran mudaxele kirin û piştre şîddet li parêzeran hate kirin.

Parêzeran êrîş tomar kirin û serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê dan.

Parêzeran giliyê êrîşkaran kirin.

14:41

Li Amedê bi sedan kes bêyî haya wan ew kirin peywirdar û ji ber vê nekarîn dengê xwe bidin

Wekî gelek bajaran li Amedê jî gelek kes ji ber ku bêyî agahiyan wan wek endamên desteya sindoqan nîşan dane, dengên xwe nedan.

Ji hilbijêran re hat ragihandin ku wê dengên xwe nedin. Hilbijêran da zanîn ku ji ber ku belgeya wan bi koda 112’an nîne dengên xwe nedan.

Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr destnîşan kir ku nêzî 100 kesî ku bêyî agahiya wan kirine endamên desteya sindoqan serî li baroyê daye.

Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê ya Şaxa Amedê Riza Polat jî da zanîn ku nêzî 200 kesî serî li wan daye û ji bo ev hilbijêrên navborî dengê xwe didin, serlêdana pêwîst kirine û zabitname amade kirine

14:37

Li Geverê eleqeya ji bo dengdanê

 

14:36

Li Amedê pîrek ji bo dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk diçe ser sindoqê

 

14:28

Li Kartala Stenbolê eleqeya ji bo hilbijartinê zêde ye

 

14:25

HDP: Em ê derbarê rêveberên Partiya Vatanê ku vê bêhiqûqiyê kirine, gilî bikin.

Berdevkê Navenda Koordînasyona Şopandina Hilbijartinê ya HDP’ê û Nûnerê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî li Navenda Giştî ya HDP’ê têkildarî hîleya hilbijartinê ya li Dîlokê hatî kirin, civîna çapemeniyê li dar xist.

Tiryakî da zanîn ku ew ê wek Navenda Koordînasyona Şopandina Hilbijartinê seranserî rojê daxuyaniyan bidin û ew her bajêr û navçeyan dişopînin. Tiryakî bal kişand ser beşdariya hilbijartinê ya zêde û bang li her kesî kir ku biçin dengê xwe bidin wê dengê xelkê bike ku Tirkiye ber bi demokratîkbûnê ve biçe. Tiryakî got ew ji niha ve spasiya gel dikin û hezkirin û hurmetên xwe ji wan re dişînin.

Tiryakî bang li wezîfedarên fermî yên sindoqan kir ku ji bo hilbijartinek adilane derbas bibe divê wek “wezîfedarên îktidarê” nexebitin û wê derbarê Fahrettîn Altûn û Savic Sayan de ku hemû derfetên dewletê ji bo propaganda Erdogan bikar tînin gilî bikin û her wiha dê giliyê hemû rayedarên qesrê û rêveberên AKP’ê bikin.

Tiryakî diyar kir ku li Dîlokê bêyî xebera welatiyan wan wek muşahîdên Partiya Vatanê wezîfedar kirine û wiha got: “Li Dîlokê nêzî 2 hezar kesî ku em difikirin hilbijêrên Partiya Çepên Kesk in, gelek ji wan extiyar in, xwendin û nivîsandina wan nîne wek wezîfedarên sindoqan ên Partiya Vatanê hatine qeydkirin. Mixabin tu agahiya van welatiyên me ji vê yekê nîne. Dema çûne ser sindoqan ji wan re hatiye gotin dengê we ne li vir e. Hevalên me parêzer û rêxistina me bajêr û rêxistinên navçeyan mudaxeleyê rewşê kirin. Em ê derbarê rêveberên Partiya Vatanê ku vê bêhiqûqiyê kirine, gilî bikin.”

Tiryakî bal kişand ser bêhiqûqiyên ku heta niha qewimîne û destnîşan kir ku li Rihayê alîgirên AKP’ê eşkere ango vekirî bi komî deng bikar anîne. Tiryakî da zanîn ku ev sûce û wê gelê Rihayê xwedî li îradeya xwe derkeve. Tiryakî got ew ê li dijî bêhiqûqiyan heta dawiyê têbikoşin.

Tiryakî anî ziman ku li gelek deveran pûsûlayên ku berê mohrê li bin navê Erdogan hatine xistin hatine dîtîn. Tiryakî destnîşan kir ku wan tespît kiriye ku li gundê Eskîtaşê ya bi ser navçeya Kolîka Semsûrê ve birayên Serokê AKP’ê ya Semsûrê li gel leşkeran bi gundiyan dengên eşkere dane bikaranîn. Tiryakî got li gorî agahiyên hatine ber destê wan dadger çûye gund û derbarê mijarê de lêpirsîn daye destpêkirin û ew vê meseleyê ji nêz ve dişopînin. Tiryakî diyar kir ku li gundê Eşmê yê Qoserê jî alîgir û xizmên namzetê AKP’ê bi komî deng bikar anîne û muşahîdên wan li dijî vê rabûne. Tiryakî da zanîn ku alîgirên namzetê AKP’ê êrîşî muşahîdê wan kirine û du hevalên wan birîndar bûne û li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê tên dermankirin.

13:56

Li Merdînê zextên çekdarî

Li Lîseya Silêman Bolûnmez a li navçeya Mêrdîn Nisêbînê hat ragihandin ku Serokê AKP'ê yê navçeya Nisêbînê Latîf Ozel û cerdevanên wî yên çekdar xwestine zextê li serokê sindoqê û erkdarên sindoqan bikin. Girtname bi îmzeya serokê sindoqê, berpirsyarên fermî yê sindoqan, erkdarên sindoqê yê CHP’ê, mûşahîdên Partiya Çepên Kesk, berpirsên sindoqê yê ÎYÎ Partiyê û çavdêrê Partiya Vatanê hate girtin.

13:44

Li Stenbolê gel diherike qadên dengdanê

13:43

Dîmenê dengdana li Dersimê

13:37

Li Sêgirkê cerdevanan li wezîfedarên Partiya Çepên Kesk xistin

Li gundê Sêgirkê yê navçeya Qilabanê ya Şirnexê, sercerdevan Şehmûs Babat û zarokên wî êrîş birin ser wezîfedarên sindoqê yên Partiya Çepên Kesk û ew birîndar kirin.

Serokê AKP'ê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê û parêzvanên wî yên bi çek zext li wezîfedarên li ser sindoqan kirin.

13:20

Li Edeneyê AKP'iyan êrîş birin ser endamên Partiya Çepên Kesk û CHP'iyan

Li navçeya Seyhan a Edeneyê, AKP'iyan xwestin bi rengekî blok li Lîseya Anafartalar Anadolû bi kar bînin. Ji ber vê yekê di navbera AKP'î û CHP'iyan de rageşiyê rû da. AKP'iyan gef li derdorê xwarin û êrîş birin ser CHP'iyan.

Li navçeya Seyhanê li Dibistana Navîn a Mekanê AKP'iyan êrîş birin ser mûşahîdên Partiya Çepên Kesk. Muşahîdê Partiya Çepên Kesk Ferhat Genç ji qirika xwe birîndar bû.

13:15

Li Stenbolê herî kêm 18 kiryarên binpêkirin

Li Stenbolê dengdayin li gel kiryarên binpêkirinê dewam dike. Hate ragihandin ku herî kêm 18 kiryarên binpêkirinê ji Avahiya Stenbolê ya Partiya Çepên Kesk re hatine ragihandin. Parêzeran dest li kiryarên binpêkirinê werdan.

13:11

Dewleta Tirk çete ji bo dengdayinê derbasî Tirkiyeyê kir

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), çeteyên berpirsên gelek komikên girêdayî koma bi navê Ceyş El-Wetenî yên li Ezaz û Efrînê ji dengdayînê derbasî Tirkiyeyê hatine kirin.

Hate ragihandin ku ji van çeteyan re beriya niha nasname hatine derxistin, mafê dengdayîna di hilbijartinan de hatiye dayîn û 12’yê Gulanê (2023) jî derbasî aliyê Tirkiyeyê hatine kirin.

Li gorî nûçeya ajansê, çete ji bo ku dengên xwe bidin Erdogan di deriyê sînor ê Hemamê yê li navçeya Cindirêsa Efrînê, deriye Bab El-Selam û deriye Hiwar Killês ên li Ezazê re hatine derbaskirin.

Li gorî agahiyên çavkaniyan navên çeteyên hatine derbaskirin û komên wan wiha ne:

1-Fehîm Îsa:  Sûltan Mûrad
2-Ma'etez Rislan:  Cêş El-Nexbê
3-Ebo Elî Sico: Cebhe El-Şemiyê
4-Ebo Hatêm El-Şeqra: Ehrar El-Şerqiyê
6-Mûstafa Sêcerî: Firqt El-Mû'itasêm
7-Sêf Ebo Bekir: Firqet Hemzê
8-Yesêr Ebidilrehîm: Feyleq El-Mecid
9- Mihemed Casêm Ebo Amşa:  Lîwae Silêman Şah
10-Ehmed Hemadê: Berpirsyarê wezareta parastinê

13:04

Bi ava kelandî êrîşî endamê desteya sindoqan kirin

Komeke ji 40-50 kesî ya ku li Taxa Gundaş a navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê bi awayekî komî xwestin dengê xwe bidin, ava kelandî avêtin ser endamê desteya sindoqên CHP'ê ku li dijî vê yekê derket. Li gorî îdîayan, komeke ji 40-50 kesî danê sibê ji bo dengdanê hatin ber sindoqa ku li gundê Kardeşler a Taxa Gundaşê hatiye dayîn û xwestin dengê blokê bidin.

Parêzer Rohanî Paydaş ê Endamê Komîsyona Hiqûqê ya Serokatiya Bajêr a CHP'ê ya Rihayê ku çû cihê bûyerê, diyar kir ku êrîş li wan jî hatiye kirin. Paydaş diyar kir ku dema komeke mezin êrîşî wan kir tenê leşkerek li wir bû û kesek jî cilên leşkeran li xwe kiribû û wiha got: "Hevrêyên me yê erkdarên sindoqan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Akçakaleyê."

Paydaş anî ziman ku koma hatî dengê blok bikar bîne nekarîne bên astengkirin.

13:03

Dîmenên dengdanê yên li Wanê

13:02

Keya hewl da bi rengekî komî deng bi kar bîne

Li gundê Kordîgen ê navçeya Kolik a Semsûrê, keya tevî xizmên xwe hat dibistanê û xwest bi rengekî komî deng bi kar bîne. Muşahîdên Partiya Çepên Kesk li ber vê yekê rabûn, lê belê keya û xizmên wî hewl dan muşahîdan lînç bikin. Piştî bûyerê jenderme hat cihê bûyerê û hewl da muşahîdên Partiya Çepên Kesk û keyayê gund destgîr bikin. Li ser îtiraza parêzeran nehatin destgîrkirin.

Li Dibistana Sderetayî ya Fevzî Çakmak a Yenîmahalle ya navenda Semsûrê, wezîfedarên AKP'î rê nedan ku xizmên mirovên extiyar alîkariyê bidin xizmên xwe ji bo dengdanê û xwestin bi xwe bi hilbijêran dengan bidin.

12:59

Li Bûrsayê AKP'î rê li ber hilbijêran dixin

Namzetê parlamenteriyê yê Bûrsayê yê ji Partiya Çepên Kesk Cahît Kirkazak diyar kir ku li Osmangazî li Dibistana Navîn a Înonu endamên AKP'ê mase danîne û rê li ber hilbijêran dixin.

Kirkazak anî ziman ku AKP'î dest li desteya sindoqan jî werdidin û qanûnên hilbijartinê binpê dikin.

12:53

Li Şirnexê AKP, walî û leşker gefê li hilbijêran dixwin

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, gef li gundiyan tê xwarin ku dengê xwe bidin AKP'ê. Li Qilabanê jî destûr nehate dayin ku heyeta navneteweyî bikeve hundirê dibistanê.

Hate ragihandin, li gundê Zêwgê yê Cizîrê gef li gundiyan hatiye xwarin ku bi rengekî vekirî dengê xwe bi kar bînin. Li gel îtirazan jî serokê berê yê AKP'ê yê navçeya Hezexê Cîhan Guven û malbata wî gef û zextê dewam dikin. Li gorî agahiyan, ji ber zext û zordariyê hin mirovên temendirêj bi zorê deng dan AKP'ê. Ciwanan nerazîbûn nîşanî vê yekê dan, lê belê tê gotin ku Guven tevî ciwanan dikeve heta hundirê kabîna dengdanê û bi zorê dengan dide AKP û Erdogan.

Li Dibistana Seretayî ya Şehîd Tegmen Evren a li Şirnexê jî, xizmên namzetê AKP'ê Arslan Tatar, tevî polîsan hewl da ku muşahîtên Partiya Çepên Kesk ji dibistanê derxîne. Lê belê muşahîtan rê nedan vê hewldanê.

Li navçeya Qilabanê parlamenterê Partiya Çep a Elman Hakan Taş tevî heyet pê re xwest dengdanê bişopîne, lê belê polîsan bi gotina 'qedexe' ye nehişt heyet bikeve hewşa dibistanê.

Li Qilabanê her wiha Fermandariya Jendermeyan gef li cerdevanan xwar û ji ferman da wan ku bi telefonê wêneyê dengê xwe bikişînin û ji wan re bişînin.

Li Lîseya Şirnexê, bi fermana Walî Osman Bîlgîn muşahît hemû ji dibistanê hatin derxistin.

12:37

Malbata Poyraz: Ji bo hesabê Denîz Poyraz bê pirsîn me dengê xwe dan

Dayik û bavê Denîz Poyraz Fehîme û Abdûllîlah Poyraz dengê xwe dan.

Fehîme Poyraz piştî ku dengê xwe da got, "Ji bo aştî, edalet û demokrasiyê min dengê xwe da. Bila aştî ji bo me hemûyan bê. Min dengê xwe ji bo keça xwe Denîz Poyraz bi kar anî. Bila mafê Denîz li erdê nemîne. Roj roja hesabpirsîna vê yekê ye. Em ê bis er bikevin."

Abdûllîlah Poyraz jî got, "Serketin bila ya gelê Kurd û gelên bindest be. Me dengê xwe ji bo hesabê Denîz Poyraz bê pirsîn bi kar anîn."

12:26

Li Giyadînê cerdevan bi çekê kete hundirê dibistanê

Li taxa Mûrat a navçeya Giyadîn a Agiriyê, cerdevanek bi çekê kete hundirê Dibistana cihê dengdanê. Cerdevanê bi çek li ser îtirazê ji dibistanê hate derxistin. Cerdevanê ku bi çekê li korîdora dibistanê digeriya, piştre li odeya mamosteyan çay vexwar, li ser îtiraza wezîfedarên ji Partiya Çepên Kesk ji dibistanê hate derxistin.

12:20

AKP'iyan êrîş birin ser endamê TÎP'ê

Li navçeya Fatîh a Stenbolê, wezîfedarên AKP'î xwestin bi hilbijêran bikevin kabîna dengdanê. Gel li ber vê yekê rabû û raporek amade kir. AKP'yî li ber vê yekê rabûn û êrîşî endamê Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP) kirin.

12:18

YSK’ê: Ji bo hemû muşahîdan wê girtname bên dayîn

Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bertek nîşanî serlêdana Partiya Keskan û Pêşerojê ya Çep (Partiya Çep a Kesk) da ku nusxeyek ji encamên sindoqan ji çavdêrên partiyê re bê dayîn. Biryara YSK’ê wiha ye: “Li gorî xala 43’an a maddeya bi hejmara 135’an, biryar hat dayîn ku nusxeyek giştîname encamên sindoqan ji muşahîdên namzetên serokomariyê, partiyên siyasî û namzetên serbixwe re bê dayîn.”

12:00

Dîmenê dengdanê yê li Stenbolê

11:55

Hevserokê KCD'ê dengê xwe da û banga xwedîderketina li dengan kir

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Berdan Ozturk li Lîseya Anadolû ya Bagcilarê ya li navçeya Rezan a Amedê dengê xwe da. Ozturk piştî dengê xwe da li ber deriyê dibistanê daxuyanî da û destnîşan kir ku ev hilbijartin ne hilbijartinek ji rêzê ye û ji bo Kurdistanê û Tirkiyeyê dîrokî ye. Ozturk da zanîn ku li hemberî wan partî tune ne, li hemberî wan pergala sed salan heye û wiha got: “Li dijî kesên ku Kurdan tune dihesibînin Partiya Çepên Kesk, yanî rêya sêyemîn heye. Rêya sêyemîn jî azadî, demokrasî û aştiyeke bi rûmet e. Me ji ber vê yekê got em ê biçin ser sindoqan. Em nêzîkatiya gelê xwe dibînin û ev roj wê bibe rojeke dîrokî. Ji bo siberoja gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê jî gaveke mezin îro tê avêtin. Em ê encamê jî jê bigirin.”

Ozturk bang li ciwanan kir û got: “Banga me li hevalên me û ciwanan e. Em xwedî li dengên xwe û sindoqên xwe derbikevin. Em nehêlin ku pisîkên derdorên me bikevin nava trafoyan. Tenê dengdayîn na, em xwedî li dengên xwe jî derkevin. Serketin a me û gelê me ye.”

11:47

Li Stenbolê eleqeyeke zêde ji bo hilbijartinê heye

Li Tirkiye û Kurdistanê, ji bo hilbijartinê eleqeyeke gelekî zêde heye. Ji serê sibehê ve hilbijêr berê xwe didin cihê dengdanê.

Polîs li hin dibistanan nahêlin ku rojnamevan dîmenan bikişînin.

11:40

Li Qoser û Artûklûyê rageşiya hilbijartinê

Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê, ji ber hewldana bikaranîna dengan a bi rengê blok, rageşiyê rû da. Piştî rageşiya li taxa Miqbila Jêr, di navbera hilbijêran de şer qewwimî. Polîsan û parêzerên li herêmê dest li bûyerê werdan. Di bûyerê de kesek bi sivikî birîndar bû.

Li navçeya Qoserê jî li gundê Tumuk a Jor, hin mêran xwestin bi navê hevjînên xwe deng bi kar bînin, lewma rageşiyê rû da. Li ser destwerdanê, vê carê jî mêran êrîşî wezîfedarên li sindoqê kirin. Bûyer bi destwerdana polîsan û nûnerên partiyên siyasî bi dawî bû.

11:37

Li Qoserê AKP'iyan êrîş birin ser muşahîdên Partiya Çepên Kesk

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, li taxa bejahî Eşmeyê di dema dengdanê de xizmên namzetê AKP'ê Farûk Kiliç xwestin bi rengekî komî dengê xwe bidin. Muşahîtên Partiya Çepên Kesk li ber vê yekê rabûn û xwestin bi telefonê qeyd bikin. Di vê demê de komek ji dehan kesan ên ji xizmên Kiliç êrîş birin ser muşahîtên Partiya Çepên Kesk. Di encama êrîşê de Havas Gungor û Kemal Erbey birîndar bûn.

Li ser destwerdana parêzeran a li bûyerê, rapor hate amadekirin, Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û siyasetmedar Ahmet Turk serdana birîndaran kirin.

11:34

Sancar dengê xwe da: Demeke nû destpê dike

Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar li Enqereyê li Dibistana Seretayî ya Ayten Şaban Dîrî dengê xwe da.

Sancar ku hilbijêran eleqeyeke mezin nîşanî wî da, piştî dengdanê li hewşa dibistanê daxuyaniyek da û got, "Me dengê xwe ji bo guherîna demokratîk û aştiyê bi kar anîn."

Sancar bi dewamî got, "Ev hilbijartin ne tenê ji bo Tirkiyeyê, lê belê ji bo tevahiya cîhanê girîng e."

Sancar bang li her kesî kir ku dengê xwe bi kar bîne û got, "Di mijara xwedîderketina li sindoqan berpirsyariya me hemûyan heye. Em li bendê ne ku her kes di çarçoveya vê biryardariya demokratîk de tevbigerin. Serdemeke nû destpê dike."

11:31

Namzetê Çepên Kesk Çîçek: Wê bibe roja demokrasî û azadiyê

Hevberdevkê HDK'ê û namzetên parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Cengîz Çîçek piştî ku deng da got, "Îro wê bibe cejna demokrasî û azadiyê."

Cengîz Çîçek li Lîseya Anadolû ya Suleyman Şah a Gazîosmanpaşa ya Stenbolê dengê xwe bi kar anî.

Cengîz Çîçek ku di dema dengdanê de nîşaneya serketinê kir, piştre daxuyaniyek da û got, "Em îro du pîrozbahiyan dikin. Ya yekê em Roja Dayikan pîroz dikin, ya duyemîn jî em ê roja demokrasî û azadiyê pîroz bikin."

11:17

Salîha Aydenîz û Ahmet Turk dengê xwe dan

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz û siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk li Mêrdînê dengê xwe dan.

Herdu siyasetmedaran li navçeya Artûklû ya Mêrdînê li heman cihê dengdanê yê li taxa Mensûriyeyê dengê xwe bi kar anîn.

Ahmet Turk piştî ku dengê xwe da got, "Bila ev hilbijartin bibe destpêka serdemeke nû", Aydenîz jî got, "Hêvîdarim ku bibe serdemeke welê ku edalet li welêt pêk were, dayik êdî negirîn, paşerojeke azad û aştiyane bê avakirin."

Alîkara Hevserokên HDP'ê û Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Tulay Hatîmogûllari li navçeya Seyhanê li Dibistana Navîn a Gulbahçeyê dengê xwe da.

Hatîmogûllari got, "Îro rojeke mezin e" û bang li her kesî kir ku dengê xwe bi kar bînin.

Berdevka Partiyê ya HDP'ê û Namzeta Aydinê ya Partiya Çepên Kesk Ebrû Gunay li Dibistana Navîn a Osmanyozgatli ya navçeya Efelerê dengê xwe da û xwest bibe wesîleya aştî, biratî û demokrasiyê.

11:10

Kiliçdaroglû dengê xwe bi kar anî

Namzetê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû li Dibistana Seretayî ya Arjantînê ya li Çûkûrambar a Enqereyê dengê xwe bi kar anî. Kiliçdaroglû got, "Ji dil hezkirin û hurmeta xwe pêşkêşî welatiyên me dikim ku dengê xwe bi kar tînin. Me hemûyan bêriya demokrasiyê û hembêzkirina hev kirine. Hûn ê bibînin, ji niha û pê ve wê bihar bê vî welatî."

11:08

AKP qedexeya propagandayê ya hilbijartinê binpê dike

Li gel destpêkirina qedexeya propaganda hilbijartinê jî posterên Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan nehatin danîn. Posterên Erdogan ên li Amedê, li kolanên Ekîncîler, Balafirgeha Elazigê, Kamişlo, Seyrantepe, Tekel, Rêya Riha-Amedê û navçeya Yenîşehîr hîn nehatine danîn.

11:05

AKP'î li ser sindoqê bertîlê belav dikin

AKP'ê xwest ku li Edeneyê hewl da ku kûmanyayên bi amblema partiyê belav bikin. Wezîfedar û muşahîdên partiyên din li ber vê yekê rabûn, lê belê midûrê dibistanê bêdeng ma. Ji ber îtirazan destûr nehate dayin ku kûmanyayên bi amblema partiyê bêne belavkirin.

10:58

Têkildarî nûnera sindoqê ya AKP'ê rapor hate amadekirin

Li Dibistana Şehît Tegmen Bûrak Evîrgen a li Kartal a Stenbolê, bi hinceta ku dengê xwe li cihê newezîfedar e bi kar aniye, têkildarî nûnera sindoqê ya AKP'ê Meryem Ûrasli rapor hate amadekirin.

10:54

Li Dîlokê nerazîbûna gel a li hemberî hîleya hilbijartinê

10:50

Alî Riza Arslan ê ku hestiyên kurê wî di kîsekî de radestî wî kirin, dengê xwe bi kar anî

Alî Riza Arslan li gundê Çawûş ê navçeya Qereyazî ya Erzîromê dengê xwe bi kar anî. Alî Riza Arslan bavê Hakan Arslan e ku kurê wî di dema Berxwedana Xwerêveberiyê ya 2015-2016'an de li navçeya Sûrê ya Amedê şehîd bû û hestiyên wî piştî 7 salan di hundirê kîsekî de radestî Alî Riza Arslan hatibû kirin. Bav Arslan piştî dengdanê got, "Bila her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û dengê xwe bi kar bîne. Divê em êdî ji vê zilmê rizgar bibin. Gelê me divê bi vê têgihiştinê dengê xwe bi kar bîne. Divê gelê me dengê xwe bide xwe."

10:44

Li Dîlokê xefika 'Vatan Partîsî' ya li dijî hilbijêrên Partiya Çepên Kesk

Li Dîlokê, eşkere bû ku nêzî hezar hilbijêrên Partiya Çepên Kesk bêyî agahiyan wan jê hebe bi navê Vatan Partîsî weke endamên desteya sindoqê hatine destnîşankirin.

Bi giranî hilbijêrên bi temen bêyî agahiya wan bi vî rengî hatin destnîşankirin, lewma nekarîn dengê xwe bi kar bînin.

Hilbijêrên navborî dema ku çûn cihê dengdanê hîn bûn ku xefikeke bi vî rengî li pêşiya wan hatiye danîn.

Ji ber ku li ber destê wan 'belgeya 142'an tune bû, nekarîn dengê xwe bi kar bînin.

Li dijî vê hewldana astengkirina dengên Kurdan û muxalîfan, Navenda Koordînasyon û Şopandina Hilbijartinê ya HDP û Partiya Çepên Kesk di nava hewldanan de ne.

10:40

Li Semsûrê kiryarên binpêkirinê yên AKP-MHP'iyan

Li Semsûrê ji destpêka dengdanê ve kiryarên binpêkirinê rû didin. Li navenda bajêr kîsên dengan ên ku divê girtî bin, bi rengekî vekirî anîn navenda bajêr. Ji serê sibehê ve têkildarî ewlekariya hilbijartinê binpêkirin rû dan.

Li gundê Harûn ê ser bi navenda Semsûrê, keyayê AKP'î Mehmet Bûlût bi navê gundiyan deng bi kar tîne.

10:23

Le Monde: Ji bo Tirkiyeyê û wêdetir, hilbijartineke girîng

Rojnameya Le Monde ya Fransayê diyar kir ku hilbijartinên 14'ê Gulanê yên li Tirkiyeyê hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo jê wêdetir hilbijartineke gelekî girîng e.

Di nivîsa edîtor a rojnameya Le Monde de hate gotin, "Piştî desthilatdariya bênavber a bîst salan Recep Tayyîp Erdogan, (...) di hilbijartinê de daxwaza serdema sêyemîn a serokkomariyê dike. Têkçûna wî ji bo gelên daxwaza azadiyê dikin wê bibe destpêkeke nû, wê bibe nîşaneyek ji bo zindîkirina têkiliyên bi Yekîtiya Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê."

Rojnameyê diyar kir ku Erdogan cara yekemîn e ku di hilbijartinê de 'namzetê favorî' nîne û destnîşan kir ku ji bo 'reîs' ê hêza xwe têra her tiştî dikir, êdî wê ti tişt mîna berê nebe.

10:20

Li Wanê dîmenê dengdanê

10:19

Serokê YSK'ê Ahmet Yener: Divê pusûlayên hilbijartinê neyên xêzkirin

Serokê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Ahmet Yener bersiv da îdiaya ku şahidên beşa pûsûlaya dengan a ku Mûharrem Înce yê ji namzetiyê vekişiyaye xêz kiriye û got, “Me nekarî em vê îdîayê piştrast bikin. Ji bo serokên me yên sindoqan hişyariyên pêwîst hatin kirin. Doh desteya me ragihandibû, niha ne mimkûn e ku dengên namzetê serokkomariyê biguherînin. 4 namzet hene. Em ji vir banga xwe nû dikin, divê tu namzetek li ser sindoqan neyê xêzkirin."

10:09

Li Amedê binpêkirina polîsan

Li navçeya Peyasê ya Amedê, polîsekî li Lîseya Gazîler Anadolû bi kar anî, piştî dengdanê 'belgeya 142'an radestî wezîfedaran nekir.

Li Dibistana Sereteayî ya Fûat Sezgîn a Peyasê jî polîsekî bêyî ku 'belgeya 142'an radest bike, deng bi kar anî.

10:06

AFP: Tirkiyeya parçebûyî serokkomarê xwe hildibijêre

Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê yên li Tirkiyeyê sernavê "Tirkiyeya parçebûyî serokkomarê xwe hildibijêre" bi kar anî.

AFP'ê got, "Sed sal piştî damezrandina komarê, Tirkiyeyeke bi kûrahî parçebûyî, ji bo hilbijartina serokkomarê nû û parlamentê roja Yekşemê dest bi dengdanê kir."

09:57

Hûffpost: Erdogan li ber têkçûnê ye

Malpera Hûffpostê hilbijartinên serokkomariyê û parlamenteriyê yên li Tirkiyeyê nirxand û destnîşan kir ku Erdogan ê ku 20 sal in bêyî parvekirinê desthilatdariya xwe dewam dike, li ber têkçûnê ye.

Hûffpost got, "Erdogan ê ku erk hemû xistiye destê xwe, di 14'ê Gulanê de daxwaza serdema sêyemîn dike. Piştî 20 salan cara yekê ye ku encamên hilbijartinê nediyar e."

Sîteyê çend senaryo bi vî rengî parve kir:

Gelo muxalefet wê karibe hilbijêrên herdu namzetên di tûra destpêkê de têk çûne, qezenç bike? Beriya her tiştî Erdoganekî têkçûyî wê qebûl bike ku dest ji desthilatdariyê berde?

09:42

Alên AKP'ê li gel qedexeya propagandaya hilbijartinê nehatin komkirin

Li navçeya Yildirim a Bûrsayê, li taxa Yûnûs Emre alên AKP'yê li gel qedexeya propagandaya hilbijartinê nehatin komkirin.

09:34

Li Hatayê mexdûrên erdhejê dengê xwe li konteyneran bi kar tînin

Li Hatayê, mexdûrên erdhejê dengê xwe li konteyneran bi kar tînin. Li bajêr zêdeyî milyonek hilbijêr hene. Li tevahiya bajêr li bexçeyên dibistanan konteyner hatine danîn û deng lê têne bikaranîn.

09:33

Aydin: Qet nebe wê bêhn bê ber welêt

Nivîskar dîroknas Erdogan Aydin diyar kir ku dema desthilatdariya heyî qediya ye û got, "Bi hilbijartinê re her tişt wê sererast nebe, lê belê qet nebe wê bêhn bê ber welêt."

09:18

Dîmenê dengdana Pervîn Bûldan

09:17

AKP li Sêweregê zextê li hilbijêran dike

Li navçeya Sêwereg a Rihayê, tê gotin li Dibistana Seretayî ya Taxa Çînhîsarê zext li hilbijêran tê kirin. Hilbijêrekî ku ji ber zextê nexwest navê xwe eşkere bike, ragihand ku AKP'î zextê li gundiyan dikin ku bi rengekî eşkere dengê xwe bi kar bînin.

09:13

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Akin: Em ê serketina demokrasiyê pîroz bikin

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin li navçeya Bornova ya Îzmîrê li Lîseya Sûphî Koyûncûoglû ya taxa Erzeneyê dengê xwe bi kar anî.

Akin di dema dengdanê de got, "Em di hilbijartineke dîrokî de ne. Bi hêviya ku bibe wesîle ji demokrasî, azadî û aştiyê re pîroz be."

Akin piştî ku dengê xwe da, bi daxuyaniyekê bang li gel kir ku dengê xwe bi kar bîne.

Akin got, "Em ê bi hev re di 15'ê Gulanê de serketina demokrasiyê pîroz bikin. Bi vê wesîleyê Roja Dayikan pîroz dikim."

Akin piştî ku dengê xwe da, ji bo biçe Navenda Giştî ya Partiya Çepên Kesk berê xwe da Enqereyê.

09:10

AKP qedexeya propagandayê ya hilbijartinê binpê dike

Qedexeya propagandaya hilbijartinê ku 13'ê Gulanê saet di 18:00 de destpê kir, ji aliyê AKP'ê ve tê binpêkirin. Li Stenbolê ji gelek hilbijêran re SMS ji aliyê AKP'ê ve hate şandin û daxwaza dengan a ji bo AKP'ê hate kirin.

08:47

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê dengê xwe da.

Bûldan li ber deriyê dibistanê daxuyanî da û wiha got: “Dem hatiye ku her kes berdêla keda xwe bigire. Hêviya 82 milyon kesî ji hilbijartinên îro hene. Em îro vê bangê li hemû Tirkiyeyê dikin, bi hêviya ku bi dengdanê bibe sedema aştî, biratî, di heman demê de demokrasiyê.

Îşev bi hêviyeke mezin, bi hêviya ku çarenûsa Tirkiyeyê biguhere, wê çavê me hemû li ser vekirina sindoqan bin. Em hemû xwedî hêvî û heyecaneke mezin in. Divê her mirovek li Tirkiyeyê vê hêvî û heyecanê bijî. Ji ber ku demeke dirêje di mirovan de reşbînî hebû. Pergalek xerab heye û divê îro ev pergal bi dawî bibe. Ji her kesî re serkeftinê dixwazim û ji dil bawer im ku em ê teqez bi ser bikevin."

08:44

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Ûçar: Em soza komara demokratîk didin

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar li taxa Gazî li Dibistana Seretayî ya Gazî dengê xwe da.

Ûçar piştî dengdanê daxuyaniyek da û got, "Bi encamên vê hilbijartinê re me soza jiyaneke aram û bi hev re dan. Em daxwaza serdemeke bi vî rengî dikin. Me sedsalek li pey xwe hişt. Me pirsgirêkên mayinde yên vê sedsalê radestî dema nû kir. Bi wesîleya vê hilbijartinê em hêvî dikin ku meclîseke pirsgirêkên mayinde çareser dike li Tirkiyeyê ava bibe."

Ûçar destnîşan kir ku ew soza komareke demokratîk didin.

Ûçar Roja Dayikan jî pîroz kir.

08:31

Malbata Şenyaşar dengê xwe da

Malbata Şenyaşar ku 783 roj in li ber deriyê Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê digire dengên xwe avêtin. Dayika Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar dengên xwe li Lîseya Anadolû ya Fethî Şîmşek a li Taxa Demokrasî ya navçeya Pirsûsê dengên xwe avêtin.

Ferît Şenyaşar ê di heman demê de namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk e, piştî ku dengê xwe avêt wiha got: "Me ji bo paşerojeke edalet û demokratîk peywîra xwe bi cih anî. Tu cih û meqam ji jiyana mirovan girîngtir nîne. Daxwaziya me ew e ku bêyî ku bûyerek biqewime hilbijartinê temam bikin û guhertinê pêk bînin."

08:19

Heyetên navneteweyî wê hilbijartinê bişopînin

Hilbijartinên giştî yên li Tirkiyeyê wê ji aliyê heyetên fermî û serbixwe yên navneteweyî ve jî bêne şopandin.

Heyeta Çavdêriya Hilbijartinê ya Navneteweyî ya fermî ku ji 403 çavdêran pêk tê, wê li tevahiya Tirkiyeyê hilbijartinê bişopîne. Heyeta ji 175 kesan jî ku ji parlamenter, nûnerên partî û partiyên sîwanî, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, hiqûqnas, akademîsyen, lêkolîner, rojnamevan û aktîvîstên ji welatên cuda yên Ewropayê pêk tê, wê li bajarên Kurdan ji bo çavdêriyê li qadê be.

Nûnerê HDP'ê yê Ewropayê Devrîş Çîmen têkildarî heyetên çavdêriyê yên serbixwe got, "Piştî atmosfera beriya hilbijartinê, nayê payin ku li Tirkiyeyê hilbijartineke demokratîk, wekhev û azad pêk were."

Çîmen got, "Erdogan bi kontrola li ser dadgerî, medya û hemû saziyên siyasî yên dewletê kampanya hilbijartinê meşand. Di asta heyî de her kes dibîne ku desthilatdariya 21 salan veguheriye rejîmeke otorîter. Heyetên çavdêriyê yên serbixwe û fermî ji aliyê saziyên navneteweyî yên cuda ve hatin şandin."

Çîmen anî ziman ku ji Fransa, Îtalya, Spanya, Îngilistan, Elmanya, Hollanda, Swîsre, Awûstûrya, Norwêc, Danîmarka, Swêd û Fînlandiyayê 175 çavdêrên serbixwe wê li Amed, Çewlîg, Mûş, Riha, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Qers, Erdexan, Sêrt, Meletî û Stenbolê çavdêriyê bikin.

Çîmen diyar kir ku weke Nûnertiya HDP'ê ya Ewropayê ew bi heyetên çavdêriyê yên hilbijartinê re di nava têkiliyê de ne.

Hilbijartina sedsalê îro ye

Li Tirkiye û Kurdistanê îro 60 milyon 697 hezar û 843 hilbijêr dengê xwe didin. Ji bo demeke ji pênc salan wê Serokkomar û endamên Meclîsê yên serdema 28'an bêne diyarkirin. Dengdan wê li 191 hezar sindoqan saet di navbera 08:00-17:00 de bê kirin.

Li welêt wê 4 milyon 904 hezar û 672 hilbijêr cara yekê dengê xwe bidin. Li girtîgehan jî wê 53 hezar û 172 kes dengê xwe bi kar bînin.

Di hilbijartinê de hilbijêr wê bi belgeyeke fermî ya ku nûmareya nasnameyê ya Komara Tirkiyeyê li ser e û bi wêne ye, karibin dengê xwe bi kar bînin.

Ji bo bikaranîna dengan şert nîne ku kaxiza agahiyê ya hilbijêr bê nîşandan.

Hilbijêrên ku kaxiza agahiyê ya hilbijêr negihîştiyê, ji malpera înternetê ya Desteya Hilbijartinê ya Bilind dikare hîn bibe bê li kîjan sindoqê kare dengê xwe bi kar bîne.

Dengdana li gumrikan wê heta saet 17:00 dewam bike.

Dengdana li derveyî welat jî roja Çarşemê bi dawî bûbû. Dengên hatin dayin anîn Tirkiyeyê û radestî Desteya Hilbijartinê ya Bilind hatin kirin.

JI BO SEROKKOMARIYÊ SÊ NAMZET HENE

Di hilbijartinên Serokkomariyê de ku bala her kesî li ser e, sê namzet hene: Recep Tayyîp Erdogan, Kemal Kiliçdaroglû û Sînan Ogan. Mûharrem Înce ku di pûsûlaya dengdanê de heye roja Înê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku xwe ji pêşbirka Serokkomariyê vekişandiye.

Ji bo endametiya li Meclîsê 24 partiyên siyasî û 151 namzetên serbixwe tevlî pêşbirka hilbijartinê bûne. Di hilbijartinê de her wiha 5 lîsteyên tifaqê hene.

Partiya Paşerojê ya Çep û Kesk (Partiya Çepên Kesk) û Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP) bi navê 'Tifaqa Ked û Azadiyê' tevlî hilbijartinê dibin.

Di nava 'Tifaqa Milet' de jî CHP, ÎYÎ Partî, Saadet Partîsî, Gelecek Partîsî, Demokrasî ve Atilim Partîsî (DEVA Partîsî) û Demokrat Partî hene.

AKP, MHP, BBP û Yenîden Refah Partîsî jî bi navê 'Tifaqa Cûmhûr' tevlî hilbijartinê dibin. HUDA PAR jî di nava lîsteyên AKP'ê de tevlî hilbijartinê dibe.

QEDEXEYÊN HILBIJARTINÊ

Dengdan wê saet di 17:00 de bi dawî bibe. Piştre heta saet 18:00 qedexe ye ku li ser encamên hilbijartinê analîz an jî encam bêne weşandin. Piştî saet 18:00 wê ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ve agahî karibin bêne weşandin. Li dû saet 21:00 jî wê encam ji aliyê saziyên medyayê ve bêne weşandin.

YSK li gorî rewşê wê karibe weşandina encamên hilbijartinê beriya saet 21:00 jî serbest bike.

Endamên Meclîsê wê bi hilbijartinên îro diyar bibin. Di hilbijartinên Serokkomariyê de jî eger namzetek di tûra destpêkê de nikaribe zêdeyî ji sedî 50 ê dengan werbigire, wê tûra duyemîn a hilbijartinê di 28'ê Gulanê de bê kirin.